Wezîr Memîşoglu: Derbarê vîrusa sorika maymûnê de hewce nake ku îqaza tehlûkeyê bê kirin
Kemal Memîşogluyê Wezîrê Tenduristîyê derbarê vîrusa sorika meymûnê ya ku li Efrîkayê derket holê û derbarê wê de hişyarî hat dayîn de nirxandinan kir.
Wezîr Memîşoglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, heta niha li Tirkîyê nehat dîtin û nehat tespîtkirin ku li Tirkîyeyê kesek bi vîrusa sorika meymûnê ketiye ku ji ber vê yekê hewceyî tedbîrên zêde û bilind nake.(ÎLKHA)