• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
Li Rihayê şerê çedkarî: 3 mirî, 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li navçeya Eyûbîya Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Taxa Selçûklîyê di nav dikanekî de di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket, dûre ew nîqaş ji şerê çekdar re vegerîya.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê re hatin rakirin. A.Î. û A.B. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Derheqê bûyerê de 3 kes jî hatin binçavkirin.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir