• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
Xoceya kursa Quranê, temamê meaşê xwe ji Xezzeyê re bexş kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarîyên ku ji bo Xezzeyê têne kirin berdewam dikin.

Li Êlihê Muhsîne Îpek, pereyê ku bû du meh e dersan dide bidestxistîye ji bona ku ji Xezzeyê re bê gihandin teslîmê Karwana Hêvîyê kir.

Sekreterê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Adnan Onder, îfade kur ku Muhsîne Îpek ji bûyerên li Xezzeyê re bêdeng nema û temamê pereyê xwe ku 20 hezar Lîre ye ji bo Xezzeyê bexş kirîye.

Onder ji ber vê tevgera wê ya mînak ji wê re teşekûr kir û weha got, “Ji 10 mehan zêdetir e xûşk û birayên me yên Xezzeyê ji teref rejîma îşxalker ve têne şehîdkirin, dûçarê îşkenceyan dibin û li ser serê wan bombe têne barandin. Ji ber vê yekê xûşk û birayên me yên Misilman jî ji wan re alîkarîyan dişînin. Hinek xûşk û birayên me hene ku heqê umre û hecê tînin didin me, îro jî xûşkeka me pereyê xwe yê ku di kursê de dersê daye bidestxistîye teslîmê me kir. Xwedê ji wê razî be.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir