• DOLAR 34.127
  • EURO 38.098
  • ALTIN 2873.916
  • ...
HAMASê daxuyand mizakereyên Xezzeyê ya navbeynkaran baş derbas bûye, şertên nû jî nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tura nû ya mizakereyên agirbesta li Xezzeyê û pevguhertina êsîran şeva Înê li paytexta Qeterê dawî bû. Di encamê de hat daxuyandin ku navbeynkaran pêşnîyazeke nû pêşkêş kirine û ji bona ku agirbestê hevdîtin bikin di demeke nêz de civînek bê kirin.

Di daxuyanîya navbeynkaran de hat gotin, bi tevî meseleya “êsîr û girtîyan” hemû meseleyên însanî ew ê di rojên pêş de xebat bêne kirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Rayedarên paye bilind ên hikumetên me, ji bona ku li ser şertên îro hatine dayîn li hev bikin ew ê berîya dawîya heftê wê li Qahîreyê cardin werin cem hev.”

Bal hat kişandin, “Êdî rêya gihandina ev encamê, xelaskirina jîyanê, temînkirina alîkarîyê ya ji bo xelkê Xezzeyê hatîye vekirin.”

HAMASê bertek nîşan da

Bi tevî vana çavkanîyekî HAMASê jî ji El Cezîreyê re daxuyanîyek da û di şîroveya xwe ya ewil de weha got, “Agahîyên ku me derheqê encamên hevdîtinên Dohayê de bidestxistîye, ne gorî biryarên ku di 2yê Tîrmehê de hatine lihevkirin in.”

Televîzyona El Eqsayê jî weha got, “Tevger, bi pêşnîyaza ku di 2yê Tîrmehê de hatîye dayîn re girêdayîye. Encax, tiştê ji derdorê ji me re hatine gihandin, di binê tiştên ku berê ji me re hatibûn gotin in û HAMASê ew ê vêya qebûl neke.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir