• DOLAR 34.122
  • EURO 38.142
  • ALTIN 2874.694
  • ...
Li Sudanê di êrîşa paramîlîteran de 80 kesan canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Hevdîtina Ciwanî ya Sînnarê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “RSF, piştî dorpêçkirina pênc rojan roja Pêncşemê ji gundê Jalqnîya wîlayeta Sînnarê re êrîşeke dijwar li dar xist, di encama êrîşê de herî kêm 80 kes hatin kuştin.”

Di daxuyanîyê de weha hat ragihandin, “RSF xwestîye ku qîzên gund birevîne û gundî li hember wan sekinîne û berxwedanê nîşan dane, êrîş jî ji ber vêya pêk hatîye û di encamê de ev qetlîam pêk hatîye.”

Ji teref RSFyê ve derheqê bûyerê de tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Li gorî Rêxistina Koç a Navneteweyî, di pevçûnên li wîlayeta Sînnarê de ji 725 hezarî zêdetir însan ji cîhê xwe bûne.

Li Sudanê, ji 15ê Nîsana 2023yan vir ve di navbera SAF û RSF de pevçûn pêk têne û di van pevçûnan de herî kêm 16 hezar û 650 kes hatin kuştin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir