• DOLAR 34.087
  • EURO 38.131
  • ALTIN 2846.967
  • ...
Rejîma îşxalker li ser Xezzeyê bombeyan barand: 11 şehîd, gelek kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îfadekirin ku balafirên rejîma îşxalker li ser bajaroka Ez-Zevayîdeyê bombeyan barand. Di encama wê êrîşê de herî kêm 10 kes şehîd ketin, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li Taxa Şêx Ridwanê jî malekî hat hedefgirtin û di wê êrîşê de jî kesek şehîd bûn, hinek kes jî birîndar bûn.

Li dijî konên Fîlîstînîyên ku ji herêma Hamedê ji cîhê xwe bûne û xwe di nav wan konan de sitirandine jî gule hatin reşandin, xanîyekî li nêzê Nexweşxaneya Ewrûpayê jî hat bombekirin. Di van êrîşan de jî gelek kes birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir