• DOLAR 34.072
  • EURO 38.106
  • ALTIN 2834.076
  • ...
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr, axavtina Mahmud Abbas nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr axavtina Serokê Rêvebiriya Fîlîstînê ya Mahmûd Abbas a di meclîsê de kiribû ji bo ÎLKHAyê nirxand.

Demîr got, divê em bi du cîhan axaftina Abbas binirxînin, divê ev axavtina wî di meclîsê de tenê bersivdayineka ji kongreyê reya Emrîqayê re ye neyê nîrxandin:

“Bê şek û guman, dibe ku pîvanek din a vê yekê hebe. Mijara sereke ew e ku dawa Filistînê di meclîsê de di dereceya herî bilinde de hatiye temsîlkirin. Mazûvantî li doza Filistînê hatiye kirin. Mucadeleya daw û doza Filistînê di meclîsê de hat vegotin hawadîs di vê maneyê de pêk hatiye.”

Demîr herwiha got, ji ber ku yek ji serokên HAMASê Xalîd Meşal ne li vir e ev yek kêmasiyek e.

“Aliyê ku niha berdêla dawa Filistînê dide, aliyê HAMASê ye. Tişta ku me dixwest, dilê me dixwest û xelkê me dixwest ev bû; Da ku rayedarên HAMASê li vir behsa daw û doza xwe bi taybetî jî behsa Tofana Eqsayê bikirana. Bi rastî dema ku ev dawetname çêbû, di bernameyê de rehmetî Îsmaîl Henîye jî ew ê bi Abbas re li vir biaxivîya lê ew bi hovane bi sûqastekî hat qetilkirin.”

Demîr got, peyamên Abbas ên ku di meclîsê de hatin dayin kêm ma ye:

“Lê me dixwest ku birêz Abbas hem behsa mucadeleya berxwedana HAMASê û hem jî mucadeleya xwe ya bi hev re bikirana. Wan bi hev re biparêstana. Bi taybetî jî heq û mafê mucadeleya HAMASê biparêstana. Her wiha bigota, ev mucadeleya berxwedanê ye û li dijî îşxalêye. Lê  ev yek nekir.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir