• DOLAR 34.11
  • EURO 38.081
  • ALTIN 2834.1
  • ...
Karwana Hêvîyê  li Kabîlê camî û bîra avê vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên Weqfa Kerwana Hêvîyê ya li Efxenistanê dewam dike.

Karwanê Hêvîyê ji aliyekê ve bi belavkirina alîkariyan dilê malbatên feqîr xweş dike û ji aliyê din ve jî projeyên muhîm dide tetbîqkirin.

Kerwana Hêvîyê bi destek û piştgiriya xêrxwazan Camîya Selaheddîn Eyyûbî û bi navê zemzemê bîra avê li herêma Pagman a Kabîla Efxanistanê vekir.

Merasîma vekirinê bi bikaranîna bîra avê ya li baxçeyê camiyê dest pê kir.

Ji bîrê av hat derxistin û vekirina camiyê bi xwendina Quran û duayan hat kirin.

Piştî nimêja nîvro ji teref Karwana Hêvîyê ve xwarina germ ji xwendevanên medreseyê re hat belavkirin.

Paşê vekirina bîrê bi xwendina Qurana pîroz a ji teref hafizan ve pêk hat.

Xelkê herêmê malavahiya xwe pêşkeşê Karwana Hêvîyê kir û gotin, “Ji bo me camî, medrese, ava bîrê, avdestxane û tûwalet hat avakirin. Xwedê ji xêrxwaz û Karwana Hêvîyê razî be. Xwedê xêra wan qebûl bike.”

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kûrtaran jî derheqê xebatên ku kirin de agahî da û ji xêrxwazan re teşekur kir.

Kurtaran, “Çêkirina camiya me ya ku berî salekê dest pê kiribû, bê dawî ma; Qata jêrîn medrese bû û tenê dîwarên qata jorîn lê hatibûn çêkirin. Me bang li xêrxwazên xwe kir. Birayê me Hacî Ahmet Kutulman ji bo temamkirina camîyê destekek mezin da. Me bi hevkarîya qencî û teqwayê, xêrxwazên xwe tevlî vî karî kir û hewl da ku em îhtiyaciyên birayên xwe yên li vir tedarîk bikin.” (ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir