• DOLAR 34.116
  • EURO 38.121
  • ALTIN 2860.224
  • ...
Çeteyên sîyonîst êrîşî gundê Fîlîstînîyan kirin: Yek şehîd gelek birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand ku di êrîşa çeteyên sîyonîstan de Raşîd Mahmud Abdulqadîr Sadda (23) şehîd ket, cenazeya wî ji Nexweşxaneya Dewlet a Rafîdîyeyê re hat rakirin.

Çapemenîya mehellî diyar kir ku çeteyên îşxalkeran bi çekan êrîşî gund kirin û gule li derdorê reşandin, di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn.

Hîva Sor a Fîlîstînê, daxuyand ku ekîbên wan ji ciwanekî bi navê Saddayê re midexele kirine, wî ji nexweşxaneyê re gihandine lê ji ber ku rewşa wî giran bû di encamê de şehîd ketîye.

Hîva Sor a Fîlîstînê di heman demê de îfade kir ku ew ji çend kesan re jî midexele kirine ku ew jî ji serî û çokan birîndar bûne.

Çeteyên îşxalkeran li gund xanî û wesayîtan jî şewitandin û nehiştin ku bila ekîb werin midexeleyê şewatê bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir