Li Erziromê 12 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li Erziromê di encama operasyonekî de 12 kîlo û 285 grem metamfetamîn hat bidestxistin.
Ekîbên Midurtîya Şûbeya Micadeleya Sûcên bi Narkotîk a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr li dijî tiryakê operasyonek lidarxistin, di encamê de 12 kîlo û 285 grem metamfetamîn û 28 hezar û 220 Lîre hat bidestxistin.
Di operayonê de mirovekî bi navê J.M.B. (39) hat binçavkirin. (ÎLKHA)