• DOLAR 33.999
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2829.958
  • ...
Parlamenterên HUDA PARê li Meclîsê posterên Şehîd Henîyye û Yahya Sînwar vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas di Meclîsê de xîtab kir.

Abbas, dema ku xîtab dikir li pîya hat çepikkirin, parlamenterên HUDA PARê jî li cîhê xwe rûniştin û posterên şehîd Îsmaîl Henîyye ku di sûîqestekî xaînî ya rejîma îşxalker de şehîd bûbû û Serokê Biroya Sîyasî ya nû ya HAMASê Yahya Sînwar vekirin.

Ji axavtina Mahmud Abbas re li ser medyayên civakî gelek bertek hatin nîşandan, hereketa parlamenterên HUDA PARê ku posterên Şehîd Îsmaîl Henîyye û serokê nû yê HAMASê Yahya Sînwar vekiribûn bi şanazî hat pêşwazîkirin.

Di sireyên Partîya Seadetê de jî hat dîtin ku posterên Îsmaîl Henîyye û rehmetî Erbakan Xoce hatibûn vekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir