• DOLAR 34.072
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2834.185
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Ger ku rejîma terorê û alîgirên wî îro neynê sekinandin ew ê sibe ji bo herêmê gelek dereng be!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PAR Faruk Dînç, di Meclîsê de axivî.

Dînç derheqê Wezîrên Karên Derve yê Teşkîlata Hevkarîya Îslamî û Encamnameya ku piştî civînê  ji teref Komîteya Îcrayê ve hat parvekirin de balan kişand.

Dînç di axavtina xwe de weha got, “Wezîrên Karên Derve yên Hevkarîya Teşkîlata Îslamî Civîyan û Komîteya Îcarêyê di vî warî de danezaneka hevpar parve kir. Lê belê digel civînên acîl yên Yekîtîya Ewrûpayê ku ji bo agirbest çêbibe û zilma siyonîstan bê sekinandin hatibû lidarxistin, bê encam bû. Tu gaveka emelî nehat avêtin. Rejîma terorê ji bêdengî û bê emelîya Teşkîlata Hevkarîya Îslamî cesaretê digre û ev zêdetirî 10 mehane qetlîamên mezin dike. Rejîma terorê li dijî însaniyetê sûcên mezin dike û lazim e ku bê sekinandin û li dijî wan tedbîr bê girtin û gavên ku bi çavan têne dîtin bên avêtin.”

Dînç, behsa zilma ku di zîndanên rejîma terorê de têne kirin kir û weha got: “Di zindanên siyonîstan de zilim heye, mûameleyên xeyrî însanî li Filistîniyan têne kirin. Gelek kes tên înfazkirin. Wek mertal tên bikaranîn. Divî Neteweyên Yekbûyî û Saziyên Hiqûqê dest bi kar bikin.”

Dînç di berdewama axavtina xwe de weha got: “Welatên emperyalîst, doh li Iraq û Efxanistanê, îro jî li Xezzeyê qetlîaman dikin. Divê em dersan derbixînin û ji vê qetlîamê re bêdeng nemînin. Divê em hamiyên siyonîstan li welatên xwe nexwazin û firsedê nedin wan.”

“Divê derheqê Facebook, Tîk Tok û sîteyên leyîstikê yên ku ji zarokan re şîdet û jirêderketîyê xweş didin nîşandan de tedbîrên giran bêne girtin”

Dînç derheqê medyaya civakî de jî axivî û weha got, “Astengkirina leyîstika Robloxê ku hinek jirêderketîyan bi van leyîstikan zarokên me di alîyê cînsî de îstîsmar dikin biryarekî ku gelek dereng hatîye girtin e, encax biryarekî hindik e. Divê qedexe tenê bi vê leyîstikê sînordar nemîne. Divê derheqê Facebooka ku ji xelkê re sansûrê dike, Tîk Toka ku exlaqa giştî dike binê nigan û sîteyên leyîstikan ku hîssên mesum, saf û paqij ên zarokên me îstîsmar dikin û ji wan re şîdet û jirêderketîyê dide hezkirin de jî tedbîrên giran bêne girtin. Di ciwanên ku li Înstagram û Tîk Tokê ‘nerînên xwe’ çêdikin de nexweşînên eqlî, bendewarîya ekranan û xerabûna şexsîyetê têne dîtin. Gelek welatên Ewrupayê ji vê rewşê re di warê bîlîm û civakî de çareserîyan digerin, lê ger em jê vê meseleyê re bêdeng bimînin ew ê were vê maneyê ku ji tunebûna neslekî re bêdeng bimînin.”

Dînç di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku çareserîya eslî, di serî de medyaya civakî divê platformên dîjîtalî yên ku aîdê me ne hebin e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir