• DOLAR 34.115
  • EURO 38.096
  • ALTIN 2866.773
  • ...
Emrîqaya îşxalker a dirûyî: Em dixwazin ku herba li Xezzeyê dawî bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji 7ê Cotmehê vir ve Emrîqaya ku hevparê qirkirina ku li Xezzeyê tê kirine û bi çek, muhîmmat û bi her awayî destekê dide, Fîlistînîyên ku hatine qetilkirin û sed hezar kes jî hatine birîndarkirin ji vê yekê berpirsyar tê girtin.

Di herî dawîn de li dijî Xezzeyê ji hewa û bejahiyê êrîş didomin, Emrîqaya îşxalker jî bi qasî 20 mîlyar dolarî firotina alîkarîya çel û cebilxaneyan a ji rejîma siyonist re tesdîq kir.

Piştî destaka çekab Berdevka Emrîqaya îşxalker Karine Jean-Pierre daxuyanîyek dirûtî da.

Jean pîerre ya ji bo Xezzeyê banga agirbestê kir û got, “Roja 15 tebaxê wê rojek gelekî muhîm be. Em dixwazin êdî ev herb bi dawî bibe.”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Emrîqayê Vedant Patel jî îfade kir, hewceye HAMAS vegere ser masayê û hewceye ev lihevkirin bi encam bibe.

Patel îdîa kir ku li Qeterê hevdîtinên wê destpê bikin li ser navê HAMASê Temsîlkarê wê beşdar bibin û Emrîqa ewlehî û baweriyê dide.

Ji ber Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye ji teref rejîma siyonist ve hat şehîdkirin HAMASê jî ragihandibû ku ew ê beşdarî muzakereyên agirbesta mayînde û pevguhertina êsîran nebin.

Ji aliyê din ve li gor xeberên di medyaya rejîma îşxalker de cih digre hat ragihandin ku muzakere ew ê li Qeter ê bê kirin û ji mizakereyê re jî Serokwezîrê Qeterê Mûhammed Bin Abdûrrahman Es Sanî, Dîrektorê CIAyê Bûrns, Serokê Îstîxbarata Misirê Abbas Kamîl û Dîrektorê MOSSADê Davîd Barnea wê beşdar bibin.

Rojnameya Haaretzê nivîsand ku Netanyahûyê terorist bi heyeta wê biçe Qeterê re hatîye cem hev. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir