• DOLAR 34.107
  • EURO 38.141
  • ALTIN 2873.574
  • ...
Girtina Derîyê Sînora Refahê bû sedema mirin û nexweşketina 1000 zarokan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîs, di daxuyanîya ku îro belav kir de destnîşan kir ku artêşa îşxalê ev bû 100 roj e Derîyê Sînora Refahê ya di navbera Misir û Fîlîsîtnê de ye îşxal kirîye û nahêle xizmet bê dayîn.

Ofîsa, îfade kir ku ev sûc ji hiqûq, îlkeyên mafên însanan a navneteweyî û hemû peymanên navneteweyî re ters e.

Ofîs ragihand hêzên îşxalê 100 roj e hemû têketina alîkarîyan a ji Xezzeyê re asteng dike, têketina amûrên tibbî û ekîbên tenduristîyê qedexe dike, hemû têketina derman û amûrên tedawîyê û alîkarîyên însanî jî asteng dike, ev rewş jî şertên tenduristîyê gelek dike nav xerabîyê.

Rejîma îşxalker 100 roj e nahêle ku bila tu kes hem derkeve hem jî bikeve hindir, ji 25 hezar nexweşan re astengîyan derdixe, ji ber vê qedexeye ji 1000î zêdetir zarok, nexweş û birîndar şehîd bûne, yên mane jî ji ber polîtîkayên ne exlaqî bi mirinê re rûbirû ne.

Ofîs berdewamkirina girtina Derîyê Sînora Refahê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û hemû welatên dinyayê kir ku bila vê sûcê şermezar bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir