Hamasê ew ê beşdarî mizakereyên îro nebe
Hat daxuyandin ku ew ê HAMASê beşdarî mizakereyên ku îro li Dohaya paytexta Qeterê bê lidarxistin nebe.
Li gorî çavkanîyan Dîrektorê CIAyê Bill Burns doh çû Qeterê.
Li gorî çapemenîya rejîma îşxalker ew ê ji mizakereyê re Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani, Dîrektorê CIAyê Bill Burns, Serokê ÎStîhbarata Misirê Abbas Kamîl û Dîrektorê Mossadê David Barnea beşdarî bibin.
Netenyahuyê îşxalker jî bi lijneya ku beşdarî mizakereyê bibin re hat cem hev. Xeyn ji vana Rojnameya Haaretzê jî vê xeberê nivîsand. (ÎLKHA)