• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Karwana Hêvîyê, li Kabîlê nan da xwendekarên medreseyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kurtaran, di serdanê de bal kişand ser pirsgirêkên cidî yên li medreseyan bi taybetî jî hewcedariya nanê rojane.

Kurtaran di serdanê de diyar kir ku ew ji ber rewşa ku li Medreseya Darul Îman a ku 150 zarok tê de perwerde dibin, gelekî xemgîn in û destnîşan kir ku ji bo hewcedariyên wan yên herî bingehîn nan jî bi têra xwe piştgirî nayê dayîn xwendekaran.

Kurtaran diyar kir ku xwendekarên medreseyan ji bo hewcedariya nanê xwe yên rojane bi cih bînin zehmetiyên mezin dikişînin û diyar kir ku ev rewş ne tenê li Medreseya Darul Îman, li gelek medreseyên Efxanîstanê jî wiha ye.

Kurtaran da zanîn ku wan weke Kerwana Hêvîyê di vî warî de hewl didin ku xebatên xwe zêde kirine û ji bo pêdiviyên rojane yên zarokên medreseyê distînin bi cih bînin, bang li xêrxwazan kir ku li hemberî vê pêwîstiya lezgîn bêguh nemînin.

Pêdivîyên zêde yên medreseyan hene

Kurtaran diyarkir û bal kişand ku li Efxanîstanê bi şev û roj perwerdehiya zarokan çêdibe û got, “Me îro Medreseya Darûl Îmanê zîyaret kir. Li vir 150 xwendekar perwerdehiyê dibînin. Înşallah emê pêdivîya nanê germ a rojanê yê xwendekaran têmîn bikin. Em aniha perwerdehiya zarokan distînin dît. Mustefayê biçûk û hevalên wî pir xweş tilaweta Qur’anê kirin. Emê bexşên nan ê xêrxwazan teslîmî wan bikin. Bîskeke din emê têkevin hundir û rewşa medreseyê jî vekolin. Bi rastî gelek pêdivîyên ciddî yê medreseyê hene. 150 telebe li vir perwerdehiyê dibînin û em dixwazin alikariyê bikin van xwendekar an.”

Ji xêrxwazan re banga piştgirîya domdar

Kurtaran bangê xêrxwazan kir û got, “Kesên me yên xêrxwaz dikarin di pakêtên 10î de bi 75 lîreyî pêdiviya nanê xwendekarên medreseyê bi cih bînin. Çiqas alîkarî bikin, baştir e, lê em dixwazin ev alîkarî domdar be. Xwendekarên li vir dixwînin mal bi mal diçin nan berhev dikin. Divê xwendekar mal bi mal neçin bi vî awayî nan kom bikin; Bila perwerdehiyê bibînin û Qurana xwe bixwînin. Werin em bi pêşkêşkirina vê alîkariyê pêdiviyên wan bi cih bînin. Ev ji bo me alîkariyek piçûk e lê bi rastî ji wan re pir wate ye. Em ji vir bang li xêrxwazên xwe dikin. Xwedê hem li dinya û hem jî li axretê li berdêla wan qencî û xweşî bide wan.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir