• DOLAR 34.155
  • EURO 38.196
  • ALTIN 2876.296
  • ...
“Nezewicîna xortan, dibe sedema kal bûna nifûsê û kêm bûna rêjêya welidandinê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tirkîyeyê her diçe temenê zewicandinê zêde dibe, ji ber zorîyên aborî zewac tê bipaşxistin, rêjeya welidandinê her diçe kêm dibe û her diçe rêjeyên hevberdanê zêde dibe, ev jî dibe sedema metirsîyê.

Mahînûr Ozdemîr Goktaşa Wezîrê Xizmetên Civakî û Malbat, di daxuyaniya ku çend roj berê kiribû gotibû ku ji bo li Tirkîyeyê nifûsa xort zêde bibe, rêjeya welidandinê rabe xebatên taybet tên meşandin.

Alîkarê Serokê Weqfa Kerwana Hêviyê Erdal Elîbüyük, derheqê mijarê de ji muhabîrê ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

“Ji sedî 70-80ê ciwanan ji ber metirsîyên pêşerojê zewacên xwe pêş dixin”

Elibuyuk got ku kesên ku îro divê problemê çareser bikin û berpirsiyarîya wan hene hêjî behsa probleman dikin û wiha gotinên xwe domand, “Saziyên ku ji çareseriya pirsgirêkê berpirsyar in, divê bi rastî berpirsyariyê bigirin. Em bi salan e dibêjin; Pirsgirêkên çavkanîya vî welatî tune ye. Divê çavkaniyên welatê me bi awayekî rast bên parvekirin. Em li qadan in û dixebitin. Ji sedî 70-80ê ciwanan ji ber metirsîyên pêşerojê zewacên xwe pêş dixin. Nazewicin, nikarin bizewicin.”

“Nifûsa Tirkiyeyê ya paşerojê ji ber ku ciwan nikarin bizewicin pîr dibe û rêjeya zayîna wê jî kêm dibe”

Elîbuyuk diyarkir ku daxuyaniya ku ji teref Wezareta Malbatê ve hatiye kirin teşhîsa problema heyî ye. Elibuyuk wisa peyivî, “Baş e, divê çi bê kirin? Me bi salan got derheqê zewaca, perwerdehîya bi taybetî zewaca ciwanan de bi şerta hîbekirinê zewaca van xortan hêsan bikin. Daxuyaniya ku Wezîrê Xizmetên Civakî û Malbat kiriye rast e û ji bo pêşerojê talûke ye. Nifûsa Tirkiyeyê ya paşerojê ji ber ku ciwan nikarin bizewicin pîr dibe û rêjeya zayîna wê jî kêm dibe. Em dizanin û dibînin ku ev pirsgirêk bêyî rakirina sedeman bi tenê axaftin û teşhîskirina vê pirsgirêkê nayên çareserkirin.

“Divê projeyên ku feqîrî ji holê rake bê çêkirin”

Elibuyuk di dawîya gotinên xwe de wisa peyivî, “Loma jî em wek Weqfê di gihandina feqîran û gihandina kesên hewcedar warên de du stûnên me hene. Sêlingîyeke vê yekê heye. Yek ji wan ev e; bi kêmanî di çarçoveya derfetên heyî de ji bo peydakirina hewcedariyên xizanan. Lê ya girîngtir, çêkirina projeyên ku wê feqîrtîyê ji holê rakê ye. Ev bi pêkanîna xebatên hevbeş ên li ser projeyên hevrêzî bi hikûmetê û muxalefetê re, her weha rêxistinên sivîl û cîhana karsaziyê re wê ji holê rabin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir