22 koçber hatin xelaskirin
Hat ragihandin 22 koçberên ku li navçeya Fethîyeya Muxlayê di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî Fethîyê 22 koçberên ku dikirin derbasî Yunanistanê bibin ji teref hêzên Yunanistanê ve hatin vegerandin hêla Tirkîyê û di behrê de mahsûr man.
Koçberên ku mahsûr man ji teref ekîbên Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve hatin xelaskirin.(ÎLKHA)