• DOLAR 34.631
  • EURO 36.355
  • ALTIN 2920.575
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 39 hezar û 897an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 311 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 142 kes hatin şehîdkirin, 150 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 39 hezar û 897 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 92 hezar û 152 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir