Li Pakistanê otobûs û wesayît li hev qelibîn: 6 mirî
Li wîlayeta Pencapa Pakistanê otobûs û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, çend kes jî birîndar bûn.
Qeza, di seatên êvarê de li ser rêya Jhang herêma Bhakkara Pencapê pêk hat.
Li gorî çapemenîya welat, otobûs û wesayît li çarrê li hev qelibîn.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 3 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dan, çend kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)