• DOLAR 34.057
  • EURO 37.954
  • ALTIN 2800.84
  • ...
Li Efxenistanê di nav 3 salên dawîn de ji 2 hezarî zêdetir dozên neyartîyê bi aştîyê encam bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Kokên Nîjadî, Eşîran û Sînoran, li welat pirsgirêkên ku ji ber erdan û meseleyên dinê di navbera eşîran de hene çareser dike, wezaret ji bo çareserîyê xebat û mizakereyên xwe didomîne.

Di çarçoveya xebatên wezaretê de heta niha ji 2 hezar û 200î zêdetir doz û neyartî hatine çareserkirin.

Neyartîya ku li wîlayetên Paktîa û Paktîkayê di navbera 4 eşîran de ev bû 80 sal e ji ber “îxtîlafa erd û herêmên çîyayî” heye, di encama xebatên hevpar ên temsîlkarên eşîran û rayedarên Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de bi aştîyê encam bû.

Wezîrê Karên Hindir yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Sîraceddîn Hekkanî di bernameyê de axavtinek kir û îfade kir ku li welat hêj biryarnameya efûyê ya giştî berdewam dike, wî bal kişand ku dadgehan jî dozên şexsî taloq avêtine.

Hakkanî, îfade kir ku ji nû ve sazkirina Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, li welat gelek neyartîya di navbera eşîran de hebûn bi aştîyê hatîye encamkirin.

Wezîr Hakkanî bal kişand ku hêj biryarnameya efûyê ya giştî berdewam dike û weha got, “Di desthilatdarîya ev bû 3 sal e ya Emîrtîyê de, tu kes nikare piştrast bike ku şexsekî aîdê rejîma berê hatibe îdamkirin an jî kuştin. Dadgeh jî dozên şexsî taloq kirine.”

Hakkanî derheqê feydeya van dozên ku ji aştîyê re vedigerîn de jî axivî û îfade kir ku ev neyartîya ku 80 sal e di navbera 4 eşîran de heye bi aştîyê encam bûye û ev jî wan gelek kêfxweş kirîye.

Hakkanî, “Xwedayê mezin û dilovan, bila ji kom û eşîrên dinê re jî wek we bike nisîb ku bila xerabîyan ji başîtîyê re vegerînin û di vê meseleyê de rêya we bide şopandin. Weka ku me par neyartîya 70-80 salî ya eşîra Sarkheîlê bi dostîtîyê encam kiribû me bi wan şanaz bike.”

Wezîrê Yên Vedigerin û Penaberan Xelîl-ur Rehman Hakkanî jî weha got, “Hûn temsîlkarên xwe bişînin, em ê jî temsîlkarên xwe bişînin. Bi tevî rayedarên navçeyê herin herêmê û em ê axên we teslîmê we bikin.”

Xelîl-ur Rehman Hakkanî bang li eşîrên dinê jî kir ku bila neyartîyên di navbera xwe de hene bidawî bikin.

Wezareta Kokên Nîjadî, Eşîran û Sînoran daxuyand ku ew di nav 3 salên dawîn de li welat ji 2 hezar û 200î zêdetir dozên neyartîyê bi aştîyê encam kirine. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir