Sîyonîstên îşxalker dîsa sîvîlan hedef girt: 4 şehîd
Li herêmên cuda yên Xezzeyê ji teref sîyonîstên îşxalker ve li dijî sîvîlan êrîş hatin kirin, di encama wan êrîşan de 4 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Teşkîlata Parastina Sîvîl a Xezzeyê, daxuyand ku balafirên herbê yên aîdê rejîma îşxalker, li Nuseyrata Xezzeyê malên Fîlîstînîyan hedef girtin.
Di êrîşan de 4 Fîlîstînî şehîd bûn.
Li herêma Sewarîhaya Nuseyratê erdên çandinîyê û li Xan Yûnisê jî li dijî xanîyekî êrîş hat lidarxistin, di encamê de gelek Fîlîstînî birîndar bûn. (ÎLKHA)