• DOLAR 34.099
  • EURO 38.097
  • ALTIN 2834.991
  • ...
Li Cenînê yek jê êsîr 2 Fîlîstînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Subhi Ahmed Subhi El-Baz (36)  û Kifah İssam Dibaya (34) hefteya borî li Cenînê dûçarê êrîşa sîyonîstan bûbûn û birîndar bûbûn, hat ragihandin ku ew şehîd bûn.

Di 6ê Tebaxê de rejîma îşxalker êrîşî Cenînê kiribû û wesayîtekî bombe kiribû, di encamê de 5 ciwan şehîd bûbûn, bi tevî El-Baz 6 kes jî bi parçeyên bombeyê û guleyan birîndar bûbûn.

Midûrtîya Giştî ya Karên Sîvîl jî êvarê daxuyandibû ku êsîr Kîfah Dîbaya ku li kampa Cenînê birîndar bû şehîd bûye. Bi tevî Dîbayayê 2 ciwan jî di êrîşa 6ê Tebaxê de birîndar bûbûn. Di wê êrîşê de 2 ciwan jî şehîd bûbûn.

Bi tevî şehadeta Dîbaya û El Bazê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derket 622 kesan û ji wan jî 145 jê zarok, 9 jî jê pîrek in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir