• DOLAR 34.087
  • EURO 38.131
  • ALTIN 2846.967
  • ...
Di Santrala Nukleer a Zaporîjyayê de şewat derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîyê Herêma Zaporîjyayê Yevgeniy Balitskiy ku Rûsya îlheq kiribû, derheqê şewatê de daxuyanîyek da, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ji ber êrîşên tobarana Ûkraynayê ku li Enerhodara nêzê Santralê ye kiribûn sîstema sarkirinê şewitî.

Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskiy jî destnîşan kir ku şewatê Rûsya daye destpêkirin, di santral û bajara ku santral li wê derê ye de pileya radyasyonê di asta normalê de ye.

Sazîya Enerjîya Atom a Navneteweyî jî, diyar kir ku ji carekî zêdetir teqîn pêk hatine, li herêmê derheqê ewlehîyê de tu talukeyek nehatîye raporkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir