• DOLAR 34.098
  • EURO 38.062
  • ALTIN 2835.285
  • ...
Rejîma îşxalker êrîşê Xan Yûnisê kir: 2 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Medyayên xwecihî ragihandin ku tîmên pizîşkî yên Heyva Sor a Filistînê 2 şehîd û gelek birîndar rakirin nexweşxaneya Nasir di encama bombebarana hêzên dagirker a li ser komek welatiyên li navenda Xan Yûnisê de.

Doh jî artêşa îşxalker li Dibistana El-Tabiin a ku koçber lê dibûn, li herêma El Deraj a bajarê Xezzeyê komkujiyeke nû pêk anî û di encamê de zêdeyî 100 kes hatin şehîdkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Artêşa îxşalekr ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li dijî Xezzeyê didomîne û di encamê de 39 hezar û 790 kes şehîd bûne û zêdeyî 92 hezar kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir