• DOLAR 34.072
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2834.185
  • ...
Şirovekarê îşxalker: îsraîlî ji ber ku ji êrîşa Îranê ditirsin, li malên xwe ranazên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sima Kadmon, nivîskara rojnameya Yedioth Ahronoth a rejîma îşxalker, di gotarekê de nivîsand ku lêkolînek ku di dema şerê Kendava Farsê de hatiye encamdan, diyar kir ku ji sedî 44ê rûniştvanên Tel Avîvê yên dagîrkirî bi şev di malên xwe de ranazên.

Kadmon diyar kir ku dagirker li benda bersiva Îranê ya ji bo şehadeta Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniye ne û got, ger lêkolînek li ser hejmara kesên ku niha di malên xwe de ranazön were kirin, ev rêje dê were kirin ku ji sedî 44 gelek zêdetir be.

Rojnamegerê işxalker bi bîr xist ku ji ber tehdîdên Hîzbullahê li bakurê herêmên dagirkirî şêniyên herêmê bi temamî hatin valakirin û anî ziman ku bakûr bi temamî hatiye valakirin; Wî got jî ku otêl tije bûn ji kesên ku ji başûr (ji sînorê Xezzeyê) dihatin û firokexane ji rêwiyên ku dixwazin ji xaka dagirkirî derkevin tijî bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir