• DOLAR 34.115
  • EURO 38.115
  • ALTIN 2858.221
  • ...
Li Diyarbekirê operasyona diziyê: 16 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Giştî ya Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê ji bo ronîkirina diziya mal û kargehan dest bi xebatê kirin.

Di vê çarçoveyê de; hat tesbitkirin ku şikbar bi şev bi şev hilkişiyane eywanan, qeflên dikanan vekiribûn, ji derîyan ketina nav malan û diziye kirin û eşyayen ku dizîne jî di depoyekî de hiştine û dûre firotine.

Ekîban li dijî şikdaran "Operasyona Radarê" li dar xistin. Di operasyonên hemwext de 16 şikbar hatin girtin.

Hat diyarkirin ku ji 2 şikdarên ji ber gelek sûcên diziyê 41 û 20 sal cezayê hepsê hat dayîn.

Gumanbar piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir