• DOLAR 34.108
  • EURO 38.111
  • ALTIN 2841.36
  • ...
Di dawetê de gule li 2 kesan ket: 1 mirî, 1 jî bi giranî birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li Taxa Tamyanî ya bajarokê Orenê yê navçeyê pêk hat. Hat îdîakirin ku di merasîma daweta R.Y. de ji hewayê re gule hatin avêtin.

Di encama gulebarana bi hewayê de 2 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eynesilê H.O tevî hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

B.Y.yê ku hat hînbûn bavê zavê ye bi giranî birîndar bû jî sewqî Fakulteya Tibê ya Trabzonê hat kirin.

Hat hînbûn ku piştî bûyerê kesek li midûriyeta polîsan teslîm bû. Tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir