Li peravên Îzmîrê operasyona koçberên neqanûnî
Li peravên navçeyên Seferîhîsar, Menderes, Karaburun û Urla yên Îzmîrê 112 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin.
Tîmên Fermandarîya Ewlekarîya Peravê 65 koçberên neqanûnî ku 14 jê zarok bûn, bi botên lastîkî yên ku ji aliyê endamên Yewnanîstanê ve li peravên navçeyên Seferîhîsar û Menderesê avêtin nav avên axa Tirkiyeyê, derxistin.
Li peravên navçeyên Karaburun û Urlayê 9 jê zarok 47 koçberên bêdestûr ji botên lastîkî yên ku diçûn hatin rizgarkirin.
Piştî karên wan koçber radestî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê hatin kirin. (ÎLKHA)