• DOLAR 34.05
  • EURO 37.612
  • ALTIN 2751.237
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Komkujiyên ku kirin dê rejîma terorîst a siyonîst ji tunebûnê xelas neke
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa îşxalker di dema nimêja sibehê de li Taxa El-Derac a Xezzeyê bi sê mûşekan êrîşî dibistana El-Tebîn a ku bi sedan koçber têde dijîn kir û komkujiyeke hovane kir, di encamê de zêdeyî 100 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku di derbarê vê qetlîamê de peyamek weşand diyar kir ku meseleya Filistînê ji bo Mislimanan meseleya îmanê ye û banga yekîtiyê li alema Îslamê kir.

Yapicioglu di peyama xwe de weha got:

"Rêxistina Terorê ya Sîyonîst di êrîşa hovane ya ku li Xezzeyê li mekteba ku awareyên derva li wê bi cih bûbûn dema ku nimêja sibê dihat kirin de, zêdeyî 100 sivîl şehîd kirin. Ji hemû mezlûmên ku di êrîşên siyonîstan de şehîd ketine rehma Xwedê dixwazim. Rexistina terore siyonîst ku ev zêdeyî 10 meh in li Xezzeyê qirkirinê dike, bi cesareta ku ji bêdengiya dinyayê distîne kuştina mirovahiyê didomîne. Tevahiya van qetlîamên hovane ew ê rejîma terorîst a sîyonîst ji tunebûnê xelas neke, berevajî vê, dê leza dawîn a ku li benda wê ye, bike.

Ji ber ku meseleya Filistînê ji bo Mislimanan meseleya baweriyê ye divê neyê paşguhkirin. Heta kengî em Misliman ji xûşk û birayên xwe yên Filistînî re bibêjin 'hêza me tune, hûn şer bikin. Em ê bibêjin 'Eger Xwedê serketinê bide we û hûn bi ser bikevin, em ê bi hev re li Qibla xwe ya ewil li Mescîda Eqsayê nimêj bikin.'

Du rê li pêşiya me hene: An em ê heqaretê qebûl bikin û rola ku ji hêla hêzên xirab ên cîhanî ve li ser me ferz kirine bilîzin; Em ê li gorî girêdanên xwe yên etnîkî û mezhebî hevdu weke 'yên din' bibînin. An jî em ê pirsgirêkên xwe li ser esasê edaletê çareser bikin û qanûna biratiyê derbasdar bikin û bi vî awayî em ê dîsa bibin yek û rûmetê bibînin. Rêya sêyemîn tune!” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir