• DOLAR 34.107
  • EURO 38.121
  • ALTIN 2841.879
  • ...
Karwana Hêvîyê, li Efxenistanê ji kesên ku ji felaketê zerar dîtin re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Afetên ku nêzê 20 roj berê pêk hatin, li herêmê bûbû sedema xerabûnên mezin, 170 kesan di wan felaketan de canê xwe ji dest dabûn û gelek xanî xesarê dîtibûn. Karwana Hêvîyê ku piştî felaketê çû herêmê, xwarin, goştê sor û pere belav kir û ji wan re bû alîkar.

Serokê Giştî yê Karwanê Hêvîyê Cengîz Kurtaran û ekîba wî, malbatên ku ji felaketê tesîrdar bûn jî zîyaret kirin. Kurtaran di dema zîyaretê de ji malbatên mirovên ku canê xwe ji dest dane re sersaxîyê dan û destekên xwe dan wan. Di dema zîyaretê de hinek zîyaret jî hatin kirin û bi hinekan re rûbirû hevdîtin hatin kirin.

“Ez ji xêrxwazên me yên li Tirkîyeyê re teşekur dikim, ew ji xêreke mezin re bûn wesîle”

Kurtaran îfade kir jîyanekî bi jan li vê derê heye, “Hinek birayên me ji lehîyê tesîrdar bûne, xanîyên wan xera bûne, di bin avê de mane û ji malbatên wan hinek şehîd bûne. Hinek birayên me jî di herba ku bi Rûsyayê re hatibû kirin de birîndar bûne, êsîr ketine. Me li vê derê jîyanên ewakî dît. Rebbê min bila alîkarê wan be. Ji xêrxwazên me yên li Tirkîyeyê re teşekur dikim, ew ji xêreke mezin re bûn wesîle. Rebbê min bila zêde zêde xêra wan bide wan. Ji xûşk û birayên me yên ku wefat kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji birîndaran jî şîfa lezgîn dixwazim.”

“Min emrê xwe de adîma zehmetîyê kişand”

Abdurrezzaq Xanmîr ku ji felaketa lehîyê tesîrdar bûye weha axivî, “Kî ku xûşk û birayê xwe difikire û ji bona Xwedê tê li vê derê Xwedê ji wî razî be, Xwedê wî bike cenneta xwe û qewetê bide wî. Min di emrê xwe da daîma zor û zehmetîyê kişandîye. Hûn wek Karwana Hêvîyê xêrekî ewakî kir Xwedê jî ji we re xêran bide.”

“Dema ku ba hat dikan xera bû û bi tevî bavê min 4 kes şehîd bûn”

Harun Nasrallah ku îfade kir bayekî dijwar hatîye û bi tevî vê bayê mal û dikana wan xera bûye, “Bavê min şehîd ket. Dema ku ba nêz hat xwe kir nav dikanekî, 3 kesên dinê jî ketibûn li wê derê û xwe sipartibûn. Dema ku ba hat dikan hilweşîya û bi tevî bavê min 4 kes şehîd bûn.”

“Dara 110 salî ku me digot ev tu car nakeve li ser mala me ket xwarê”

Şerîfullah Metîn, “Wê rojê, li asîman ewrên tarî hebûn ku ew jî teqdîrên Îlahî ye. Ez di mala xwe de rûdiniştim, li ber mala me darekî ku 110 sal e heye. Kes texmîn nedikir ku ew ê ev dar bikeve, ba ewqas bidijwar bû ku wê darê jî xist xwarê. Xwerzê min ê 3 salî di bin darê de ma. Serê ewil me digot qey ew li derve ye lê dêmek ew di bin axê de maye. Ewqas birîndar hebûn ku me xwerzê min ferq nekir. Ez gelek xemgîn im.” (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir