• DOLAR 34.097
  • EURO 38.097
  • ALTIN 2841.569
  • ...
Rejîma sîyonîst 2 rojnamegerên dinê jî qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat desntîşankirin ku Temim Ahmed Ebu Muammer ku di Televîzyona Fîlîstînê de dixebitîya û Abdullah Mahir es-Susi ku di Qenala El-Aksayê de dixebitîya di êrîşa îşxalkeran de hatin qetilkirin.

Di daxuyanîyê de ji rêxistin û civaka navneteweyî ev hat xwestin, “Bila rejîma îşxalker ji ber sûcên ku berdewam dikin di dadgehên navneteweyî de bêne mehkemekirin û sûîqestên li dijî rojnamegeran bêne sekinandin.”

Hat îfadekirin hejmarê rojnamegerên ku ji Tofana Eqsayê vir ve hatine qetilkirin derket 168 kesan.

Ofîsa Medyayê weha got, “Rejîma îxşalker ji bona ku Fîlîstîn neyê qalkirin, rastî bêne veşartin, xeber û agahî ji herêm û navneteweyî re neyê şandin bi qestî astengîyan derdixe û rojnamegeran qetil dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir