• DOLAR 34.115
  • EURO 38.142
  • ALTIN 2865.207
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Divê Tirkîye û welatên Îslamê yên dinê hevkarîyê bikin û li hember êrîşên muhtemel tedbîran bigrin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî û Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê  Farûk Dînç di Meclîsê de rojevê nirxand. Dînç behsa şehadeta Îsmaîl Henîyye kir û li dijî emperyalîstan banga yekîtiyê kir.

Farûk Dînç weha got: “Rejîma îşxalker, bi desteka Emrîqa û welatên xerbê yên muttefîk di heman şevê de li Îranê,  Libnanê, Sûriye û Iraqê êrîşên terorî lidarxistin û tu ewlehîya herêmê nedan berçavên xwe. Careka din dan nîşandan ku herêma Îslamê ne di ewlehiyê de ye. Dixwazin alema îslamê berbiherbê ve bikşînin. Lazim e ku Tirkiye di vî warî de ewlehiya xwe temîn bike û têkeve nava tedbîr û hereketan.”

Dînç weha dewam kir: “Sîyonîst dixwazin ku bi baregehên xwe çavdêriya herêmê bikin. Bi xusûs tê zanîn ku siyonîst li ser Kibrisa Bakur çavdêriya herêma me dike. Em bang dikin ku bila alema Îslamê li dijî welatên emperyalîst û îşxalkeran bibin yek.  Tedbîran bistînin û li dijî wan bi hevparî hereket bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir