Di bedenên Dîyarbekirê de posterê Yahya Sînwar hat daleqandin
Dîyarbekirîyên ku piştî şehadeta Îsmaîl Henîyye posterên wî li hinek cîhên bajêr daleqandin û bi vê şeklê wefadarîyên xwe nîşan dan, vê carê jî posterê Yahya Sînwar ku ji cîhê Henîyye re hat bijartin daleqandin.
Dîyarbekirîyên ku ji 7ê Cotmehê vir ve destekên xwe ya ji Operasyon Tofana Eqsayê re nîşan didin, posterê Yahya Sînwar ku serokê nû yê HAMASê û tirsa herî mezin ya rejîma îşxalker e li ser bedenên Dîyarbekirê daleqandin.
Di postera ku hatibû daleqandin de weha tê nivîsandin “Ji Serokê Micahîd Yahya Sînwar re ji Dîyarbekirê Hezar Silav” (ÎLKHA)