• DOLAR 34.104
  • EURO 38.069
  • ALTIN 2835.876
  • ...
Li Sêrtê qezaya trafîkê: 1 mirî, 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li gundê Çaykaya ya li ser Rêbeja Sêrt-Baykanê pêk hat.

Di qezaya trafîkê ya ku di encama lihevketina du wesayîtan de pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Baykanê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir