• DOLAR 33.999
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2829.958
  • ...
Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan, bi Macron re hevdîtinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûyê rastîn ê Emrîqa û welatên rojava bi şehîdkirina Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye re carek din derket holê.

Piştî Henîyye li Îranê hat şehîdkirin û şûnde Emrîqa û welatên rojava ya dirû ji şermezarkirina îxlalkirina hiqûqa navneteweyî revîyan.

Cepheya şer bi vê tewra xwe careka din rejîma terorê ya sîyonîst desteka xwe ya ku dike dubare kir.

Welatên rojavayê ji îxlalên heqên însanan û sûcên herbê û sûîqestên rejîma siyonist re çavên xwe digrin û bi eşkere destekê didin îşxalkeran, van tewran jî Îranê gelekî nerehet kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide bi telefonê bang Serokkomarê Fransayê Emanûel macron kir.

Li gor xebera IRNA ya Ajansa Fermî ya Îranê, Pezeşkîyan di telefonê de ji Macron re gotiye, “Ger welatên rojava li herêmê pirsgirêka ewlehiyê naxwazin derbikeve, bila derhal desteka ji îsraîlê re tê dayîn bê dawîkirin.”

Pezeşkîyan weha îfade kir, “Emrîqa û welatên rojava, îsraîla ku sûcê qirkirina pêk tînê di şûna şermezar bikin de wan destek dikin. Rejîma sîyonîst li Xezzeyê li dijî xelkê cînayet û çalakiyên terorê digel vê yekê lê mêvanê me yê fermî Henîyye sûîqest rast kirin, dixwazin li herêmê şewatê derbixîne û li pêy vê yekê diçe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir