Rûsya: 18 ÎHAyên Ukraynayê hatin astengkirin
Rûsya, daxuyand ku ew 18 ÎHAyên aîdê artêşa Ukraynayê îmhe kirine.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Rûsyayê ve hat belavkirin, hêzên parastina hewayê di seatên êvarê de li herêma Belgorodê 14 û li herêma Kurskê jî 2 ÎHAyan îmhe kirin.
Hat destnîşankirin ku li herêmên Kursk û Oryolê 2 ÎHAyên dinê jî hatin astengkirin.
Wekîlê Walîyê Kurskê Aleksey Smirnov li ser Telegramê daxuyand, li herêmê di seatên êvarê û sibehê de 6 ÎHA û 5 fuze hatin îmhekirin.
Artêşa Ukraynayê her roj ji sînorên Rûsya û herêmên navend re bi ÎHA û fuzeyan êrîşan li dar dixin. (ÎLKHA)