• DOLAR 34.387
  • EURO 36.852
  • ALTIN 2968.417
  • ...
Li Somalîyê qedexeya pêçeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Desthilatdarên parêzgeha Jubalandê ya başûr di sala 2021an de bi hinceta ewlehiyê li Kismayoyê qedexeyek li ser perdeyan sepandibû, lê biryar bi tundî nehat cîbicîkirin, li gorî ajansa nûçeyan a Fransî AFP.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşa roja Înê ya li paytext Mogadîşûyê ku 37 kesan canê xwe ji dest dabûn, qedexeya pêçeyê dîsa hat rojevê.

Midûrê Ewlehî ya Kismayo Versemiyê Ehmed got, "Polîsan pêçeya bi sedan jinên ku rûyê xwe nixumandine li dijî biryara qedexeyê rakirin."

Ehmed da zanîn ku polîsan di 31ê Tîrmehê de li taxên cuda yên Kismayoyê dest bi operasyonê kirine û ji bo jinên ku pêçeyan li xwe dikin talîmatên cezayê pereyan û binçavkirinê girtine.

Ehmed îdia kir ku "ev yek ji ber sedemên ewlekarî hat kirin ji ber ku tirs hebûn ku endamên el-Şebab bikarin pêçeyê bikar bînin da ku xwe veşêrin ji bo pêkanîna êrîşan."

Şahidên bûyerê gotin, "Polîsan hin jinên ku rûyê wan girtî rawestand û perdeya xwe daxist. Her wiha hin kelûpelên li sûkê tên firotin kom kirin û li ber çavan şewitandin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir