Çapemenîya sîyonîst: Tirsa operasyona Îranê îsraîlê felç kir
Çapemenîya rejîma îşxalker, diyar kir ku tirsa operasyona Îranê jîyana mirovên ku li ser axên îşxalkirî dijîn û rayedarên rejîma sîyonîstan felç kirîye.
Radyoya îşxalkeran, qebûl kir ku sîyonîst di nav tirsê de li bêvîya bersiva şehîdkirina Îsmaîl Henîyye ne.
Çapemenîya sîyonîst, kuçeyên vala nîşan da û rewşa niha jî wek rewşa dema koronayê nirxandin.
Hat destnîşankirin ku gelek sefer hatin betalkirin û rêwîyên wan seferan jî di nav nediyarîyê de ne. (ÎLKHA)