• DOLAR 34.117
  • EURO 38.097
  • ALTIN 2874.317
  • ...
Dijmina Îslamê ya Bangladeşê Şêx Hasîna ji welatê xwe revîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel ku ji sedî 56 pozîsyonên karûbarê giştî li Bangladeşê ji bo hinek kom û çînên demografîk hatine veqetandin, ji sedî 30 ji van malbatên beşdarên Şerê Serxwebûnê yê 1971an pêk tê.

Kotayên mijara gotinê di sala 2018an de piştî protestoyên li seranserê welat hatin rakirin.

Piştî ku Dadgeha Bilind di meha borî de biryara ji nû ve tetbîqkirina sîstema kotayê da, xwepêşandan dest pê kirin.

Xwepêşandanên ku di 1ê Tîrmehê de dest pê kiribûn, li seranserê welat ji tevgereke mezin a gel re veguherî.

Li gorî çavkaniyên fermî, 330 kes û li gorî çavkaniyên nefermî jî di encama destwerdanên tund ên polîs, artêş û hêzên sînorî li dijî çalakvanan di xwepêşandanan de, zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Piştî van bûyeran, hikûmetê partî qedexe kir, hemû sûc xiste stûyê Cemaeta Îslamî, lê xelk vê sûcê red kir û daxwazên xwe li ser îstifakirina Hesînayê rawestand.

Yek ji pêşengên tevgerên xwendekaran Nahîdul Îslam, bi kesên li Bîrdariya Zehmetkêşên Ziman kom bûn re çalakiya 'Yek Xalê' îlan kir û diyar kir ku navenda daxwazan îstifakirina Hesîna û lijneya wezîran e.

 Serokwezîr Şêx Hesena

Di rojên piştî vê çalakiyê de li welat 'Tevgera Ne Hevkarî' dest pê kir. Di vê çarçoveyê de bi milyonan welatiyan çalakiyên mezin ên bêîteatîya sivîl ên weke nedana bacê, neçûna ser kar, rawestandina sektorên giştî û taybet pêk anîn.

Di dîroka Bangladeşê de bi vî rengî tevgerek girseyî û biryardar nehatiye dîtin. Ji 7 salî heta 70 salî bi piştgiriya hemû kesî, daxwazên îstifakirina rejîma Hesîna, bi awayekî fizîkî li kolanan hatin vegotin.

Artêşa Bangladeşê ragihand ku ew ê guleyan bernede welatiyan. Lêbelê, polîs û Lîga Chatra, baskê xwendekar ê Awami League, kiryarên xwe yên tundûtûjiyê li dijî xwendekar û xwepêşanderan berdewam kirin.

Piştî van geşedanan, hikûmeta Şêx Hesîna ragihand ku ew dixwazin li ser maseyê ligel xwendekarên bi navê Cemaeta Îslamî û Îslamî Çatra Şibîr ku berê qedexe kiribûn û bi nav kiribûn, rûnên, lê xwendekaran vê pêşniyarê red kirin.

Xwepêşandanên li welat bi hemû leza xwe dewam kirin

Dijmina Îslamê Şêx Hesîna Vecîd ku êdî nikarîbû li hemberî berxwedana xelkê li ber xwe bide, îro reviyabû Hindistanê. Hat ragihandin ku Serokwezîr Şêx Hesen îstifa kir û bi helîkoptera leşkerî revîya.

Hesîna ya 76 salî ya ku alîgirê laîk e, ji sala 2009an û vir ve welatê Asyaya Başûr ku 170 mîlyon kes lê dijîn, bi zordarî û hovîtî birêve dibe. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir