• DOLAR 34.089
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2834.938
  • ...
Ensarullah, ÎHAyekî aîdê Emrîqayê xist xwarê û keştîyekî sîyonîstan hedef girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, diyar kir ku ew ji bona ku ji berxwedana li Xezzeyê re destekê bidin û ji êrîşdarîya Emrîqa-Îngîlîtanê re bersivê bidin du operasyonan li dar xistine.

Serî, destnîşan kir ku Hêzên Parastina Hewa ya Ensarullahê, ÎHAyekî ji tîpa MQ_9 ya aîdê Emrîqayê xistine xwarê. Serî, ragihand ku bi tevî vêya ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê heta niha 7 ÎHAyên dijmin xistine xwarê.

Di operayonekî dinê de jî hat diyarkirin ku li Kendava Adenê keştîyekî bi navê Grotonê ya aîdê rejîma sîyonîst ji teref hêzên çekdar yê Yemenê ve hatîye îsabetgirtin.

Serî, di daxîya daxuyanîya xwe de îfade kir heta ku dorpêça li derdora Xezzeyê neyê rakirin ew ê operasyonên wan berdewam bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir