• DOLAR 33.999
  • EURO 38.027
  • ALTIN 2832.498
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxanistanê ji bi sedan malbatan re alîkarîya xurek û neqdî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê ya ku berî niha li Efxanistanê xebatên alîkarîyê dabû destpêkirin xebatên xwe yên li Efxanistanê didomîne. Ji teref Weqfê ve vê carê jî ji bi sedan malbatan re alîkarî xurek û neqdî kir.

Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatine destpêkirin de ji teref Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kurtaran di daxuyanîya xwe de destnîşan kir kesên ku îxtîyaca wan bi alîkarîyê hebû berî niha hatin tespîtkirin û wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Dema ku em li wan kesên ku dê alîkarî ji wan re bê kirin guhdar kir kezeba me şewitî.Malbateke ku îxtîyaca wî bi alîkarîyê hebû ji cihekî ku 5 seatan ji vê derê dûr bû hatibû. Êdî hisab li ba we ev malbat di çi halî de ye ku ji cihekî ew qas dûr hatiye. Li Efxanistanê hejmara van kesên wisa gelek zêde ye.

“Pêşî alîkarîya xurekê dûre jî ya neqdî hat kirin”

Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew wek Karwana Hêvîyê ji xwe re kirine hedef pêşî ji kesên ku mixtac in re alîkarîya xurekê bikin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha em ê ji 100 malbatî re bibin alîkar. Dil dixwast ku em ji bi hezar kesan re bibin alîkar. Lê a niha îmkan ev qas e. Em bi vê wesîleyê bang li xêrxwazan dikin da ku di vî warî de hessas bin û alîkarîyê bikin. Em ê jî bi wesîleya wan ji kesên feqîr yên li vê derê re bibin alîkar.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir