Ukrayna: Me li Behra Reş li keştiyeke binê deryayê ya Rûsyayê hedef girt
Ukraynayê ragihand ku wan keştiya binavûdeng a bi navê "Rostov Na Donu" ya hêzên deryayî yên Rûsyayê yên li Behra Reş hedef girtine.
Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ragihand ku li nîvgirava Kirimê li dijî hêzên deryayî û sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê êrîşek hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên hevpar ên yekîneyên fuzeyî û hêzên deryayî yên Ukraynayê de 4 pergala berevaniya mûşekî ya S-400 "Triumph" a artêşa Rûsyayê zirar dîtine.
Hat diyarkirin di encama hedefgirtinê de keştîya Rûsyayê binav bûye. (ÎLKHA)