Di teqîna avahîya li Rûsyayê de hejmarê mirîyan derket 10an
Li bajara Nijni Tagila Rûsyayê di avahîyekî de tîp teqîyabû, di encama teqînê de avahî hilweşîyabû û hejmarê mirîyan derket 10 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 26an.
Bûyer, roja Pêncşemê li bajara Nizhny Tagila ku girêdayê Sverdlovsk Oblastıya Rûsyayê di vahîyekî pênc qatî de pêk hat.
Li gorî çavkanîyên herêmî teqîn ji ber tîpê pêk hatîye. Bi tesîra teqînê piranîya avahîyê hilweşîya.
Hat daxuyandin ku di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de heta niha cesedê 5 jê zarok 10 kesan hatin derxistin, 26 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku rakirina enqazê didome lê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dawî bûye. (ÎLKHA)