• DOLAR 34.034
  • EURO 38.087
  • ALTIN 2835.109
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 39 hezar û 550an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 302 roj ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 31 kes hatin şehîdkirin, 62 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 39 hezar û 550 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 91 hezar û 280 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir