• DOLAR 34.059
  • EURO 37.888
  • ALTIN 2801.54
  • ...
Hêzên Pasdar ên Îranê: Sûîqesta Henîyye bi teqemenîya menzîla kin û ji derve ve hatîye kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pasdarên Îranê derheqê sûîqesta ku li dijî Îsmaîl Henîyye hatîye kirin de daxuyanîyan da.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev sûîqest ji teref rejîma sîyonîst ve hatîye plankirin û tetbîqkirin, ji teref hikumeta Emrîqayê ve jî hatîye piştgirîkirin.

Di daxuyanîya ku derheqê şeklê sûîqestê de agahî hatîye dayîn de, hat destnîşankirin ku li gorî lêkolîn û tehqîqatên ku hatine kirin ev operasyona terorê, ji derveyê herêma ku mêvan li wê diman bi teqemenîya ku menzîla wî kin e û 7 kîlo serê herbê li ser wî bûye ve hatîye kirin.

Hat ragihandin ku “Ji vê sûca rejîma sîyonîst a terorîst ku cezayekî giran heq dike re bersivekî demeke wî ya munasîb, cîh û wesfê bê dayîn.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir