• DOLAR 34.06
  • EURO 38.12
  • ALTIN 2834.94
  • ...
5 zarokên ku li Rihayê canê xwe ji dest dan hatin definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh derdora seat 21.30î de li navçeya Eyyubîyeya Rihayê 3 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 zarokên bi navê Gulbahar, Serhat, Rukiye, Muhammed û Leyla canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Zarokên ku canê xwe ji dest dan îro li gundê Çixirikê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hatin definkirin.

Walîyê Rihayê Hasan Şildak beşdarî şîna zarokan bû û ji bo malbatên zarokan sersaxîyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir