• DOLAR 34.109
  • EURO 38.062
  • ALTIN 2840.603
  • ...
Serwîsa karkeran û wesayît li hev qelibîn: 2 mirî, 10 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Bûlwara Cafer Sadık Abalıoğlu ya Taxa Pinarkenta navçeya Pamukkaleyê pêk hat.

Wesayîta ku di bin îdareya M.O. de bû dema ku ji derdikeve rêya mezin li serwîsa ku di bin îdareya H.T. de be diqelibe.

Di encama qezayê de herdu wesayît jî li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê û pîreka wî canê xwe ji dest dan, 10 karkerên ku di serwîsê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir