• DOLAR 34.082
  • EURO 38.076
  • ALTIN 2834.41
  • ...
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz: Şehadeta Îsmaîl Henîyye ji bo alema Îslamê windayîyekî mezin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz di bernameya ku ji bo Îsmaîl Henîyye hatibû lidarxistin daxuyanîyek da.

“Rejîma sîyonîst tehdîdekî ye, xerabîyeke ku divê bê tunekirin e”

Yilmaz weha got, “Ev sûîqesta ku îsralê kirîye, derbeyeke herî mezin a ku li Misilmanan xistîye ye. Di vê merhaleya ku berxwedan hatibû van rojan de Îsmaîl Henîyye nîşanekî mezin bû, ji holê rakirina ev nîşanê ji bo alema Îslamê windayîyekî mezin e. Windayîya Ev alimek û serokek mezin ji bo Misilmanan windayîyekî mezin e. Ev rewş nîşan dide ku rejîma sîyonîst çiqas bêperwa ye, bi cesareta ku ji bêdengîya welatên îslamê û hevkarîya ji serokên welatan digre ewqas wehşî dibe. Rejîma sîyonîst tehdîdekî ye, ew tenê ji bo welatên îslamê ne tehdîdin ew ji serê dinyayê re musîbetekî mezin in, ev felaketekî ye. Ew xerabîyeke ku bê tunekirin e.”

“Pêkhatina ev sûîqestê ji Emrîqayê bêxeber nîne”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ev sûîqest bê Emrîqayê nehatîye kirin, “Ev sûîqest bê xebera Emrîqayê nehatîye kirin. Hetta dibe ku Emrîqa bi balafirên xwe, an jî bi teknolojîya xwe vêya kirîye, îsratîlê jî xwedî li vêya derket. Yanê bi her awayî Emrîqa di nav vê karê de ye. Ji ber vê yekê yê sûcdar rejîma sîyonîst tenê nîne, bireveberîya Emrîqayê ya niha ji vêya mesul e û sûcdar e.”

Yilmaz di dawîya axavtina xwe de ji alema Îslamê re bang kir û weha got, “Divê alema Îslamê berîya her tiştî yekîtî û bihevrebûna xwe çêbike. Ger ku yekîtî û bihevrebûn tinebe ew ê ev parçebûnîya me ji sîyonîstan re cesaretê bide. Lazim e ku hemû minasebetên bi sîyonîstan re hene bêne qutkirin. Divê welatên îslamê û serokên wan welatan jî bidîrayet bin, dev ji hevkarîyên xwe yên bi wan re berdin û aloşîyê ji sîyonîstan re nekin û destekê bidin berxwedana Xezzeyê. Ger ku berxwedana Xezzeyê bê piştgirîkirin ew ê zefereke mezin û hilweşîna îsraîlê were. Ji ber vê yekê divê xelkên ku li welatên Îslamê dijîn; zextîyê bidin ser desthilatdarên xwe ku bila hemû minasebetên xwe yên îsraîlê re qut bikin. Ger ku dikaribin vana bikin ew ê Misilmanan qezenc bikin, însanîyet qezenc bike û ew ê dinya qezenc bike.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir