• DOLAR 34.087
  • EURO 38.131
  • ALTIN 2846.967
  • ...
Li Dîyarbekirê ji bo Îsmaîl Henîyye nimêja cenaze ya xîyabî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Dîyarbekirê bi daxuyaniyên çapameniya girseyî destekê dide Xezzeyê, Îsmaîl Henîyye ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve hat şehîdkirin bê xwedî bernedan.

Bi hezaran Misilman ji bo Îsmaîl Henîyye li Mizgefta Mezin kom bûn.

Ji teref Sazîyên Civakên Sivîl a îslamî ya Dîyarbekirê ve ji ber munasebeta şehadeta Îsmaîl Henîyye li Mizgefta Mezin nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin.

Piştî nimêja cenazeya xiyabî hat kirin û şûnde Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelik axaftinek kir û got, bi qetil kirina Îsmaîl Henîyye, serokên doza îslamê wê neqede.

Omer di axavtina xwe de weha got, “Bi gotina Ûstad Seyyîd Kûtûp tebîata vê doz û dawê ev e. Ev doz şehîd bûnê dixwaze, mirinê dixwaze, kuştinê dixwaze. Em bi kuştinê naqedin. Di tarîxê de gelek egît û mêrxasan bi sûîkastê şerbeta şehadetê vexwarin feqet ev doz neqedîya û bi dawî nebû. Kesên ku ji vê dawê re seroktîyê kirinê kefenê xwe xistine hustuyê xwe û çûne. Lê dijmin wan bi mirinê û sûîqestan ditirsîne. Berya hefteyekê îsraîlê wê sûîqestekê bike îlan kiribû û ev ji Îsamîl Henîyye hat pirsîn û wî jî got ku ‘Hasbûnallahî ve nî’mel wekîl.”

Çelîk sebeba ku Henîyye hatiye hedef girtin jî eşkere kir û weha axavtina xwe berdewam kir.

“Hêzên kurevî dixwazin ji nû ve şiklekî bidin dinyayê. Di nav hewlekê de ye ku hemû însaniyetê ji xwe re bikin kole û êsîr. Li ber van hewlên wan ên qirêj HAMAS û Xezze astegiyek herî mezin e. Ji ber vê yekê hewceye HAMAS li ser nigan bimîne. Çimkî tenê doza Fîlistîn û Mescîd-î Eqsayê nameşînin. Ger kelheya HAMAS û Xezze bikeve ew ê Tirkiye û welatên Ereban jî wê bikeve. Çimkî ew vê yekê bi eşkere dibêjin. Bi herbek dinyayê ya nû re dixwazin ew bigêhêjin armanc û planên xwe, bi vê şeklê ew  planên xwe çêdikin feqet tenê astengîya li pêşiya wan dîwarê Xezze û Misilman in.”

Piştî axaftina Omer Çelîk daxuyanîya çapameniyê li ser navê Sazîyên Civakên Sîvîl a Îslamî ji teref Serokê Memûr-Senê Ramazan Tekdemîr ve hat xwendin.

Tekdemîr dest nîşan kir ku xwîna li rojhilata navîn tê rijandin berpirsyarê vê yekê Emrîqa ya ku vê sînor destekê dide rejîma siyonist e.

Tekdemîr, “Êrîşên qirêj ên îsraîla katîl, sûîqestên tirsonekî û tehdîdên bê hed, herêmê kirîye weka gol xwînê û kesên ji wan re pereyan dide, kesên ji lobiyên wan re alîkariyan dike, di meclîsa xwe de ji Netanyahûyê qatil re çepikan dixe heta Emrîkaya qatil ji Rojhilata Navîn neceheme û terq neke ne Rojhilata Navîn, ne Tirkiye û ne jî dinya wê di ewlehiyê de be.”

Bername bi diaya ku ji teref Mele Teyîb Elçî ve hat xwendin bi dawî bû. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir